Nameya Tirkiye û F-16 ya Biden ji Kongreyê re
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden nameyek ji Kongreyê re şand û diyar kir ku dema pêvajoya li Tirkiyeyê ya derbarê endamtiya Swêdê ya NATOyê de bi dawî bibe, ew ê di derbarê firotina balafirên şer ên F-16 ji Tirkiyeyê re teblîxa fermî ji Kongreyê re bişînin.
Rayedarekî Amerîkayê ku nexwest navê xwe eşkere bike, rewşa heyî ya firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyeyê nirxand.
Rayedar got, "Serok Biden îro ji serok û endamên komîteyên karên derve yên Senato û Meclîsa Nûneran re axivî. Wî nameyek şandiye û tê de pêşwazî li pesendkirina protokolên endametiya Swêdê li NATOyê ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve kiriye û niyeta rêveberiya xwe ya ji bo bidawîkirina proseya firotina F-16yan bo Tirkiyê bi awayekî fermî ji Kongreyê re ragihandiye."
Rayedarê Amerîkî herwiha nirxand, "Serokkomar Kongre teşwîq kir ku bêyî ku firotina F-16an dereng bikeve pêvajoyê pêş bixin."
Tê payîn ku rêveberiya Amerîkayê piştî erêkirina protokolên têkildarî endamtiya Swêdê ya NATOyê ya li Meclîsê, di demeke nêz de têkildarî firotina balafirên F-16an ji Tirkiyeyê re daxuyaniyeke fermî bide Kongreyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin