Rojnameya Turkiyeyê: Tirkiye dê li Rojhilatê Ferêt baregehekê ava bike
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya Yûcel Kayaoglû a ji Rojnameya Turkiyeyê, lihevkirina di navbera HSDyê û rêveberiya demkî ya Sûriyê de a piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a çekberdanê, pêvajoya ‘Tirkiyeya bê Teror’ jî lez lê hatiye.
Li gorî agahiyên di nûçeyê de hatine belavkirin, di bin sernavê “Yekkirina hemû saziyên leşkerî di nava hikûmeta Sûriyeyê de” ku yek ji xalên herî girîng ên peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê û HSDyê de ye, hêzên hikûmeta nû wê di demeke nêz de li ser sînorê Tirkiyeyê yê Sûriyeyê amade bibin.
Li gorî daxwazên Tirkiyeyê, endamên YPGyê nikarin weke bloka rojhilatê Firatê cih bigirin. Piştî tevlîbûna tevahî di nava artêşa Sûriyeyê de, yekîneyên nû yên di nava artêşê de bên avakirin, dê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) xizmetê bikin.
“Tê plankirin ku Tirkiye jî li vê herêmê bibe xwedî baregeh”
Hat ragihandin ku di serdana rojên borî de Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler û Rêveberê MÎTê Îbrahîm Kalin ên li Şamê bûn, ev hemû mijar hatin nîqaşkirin.
Hate zanîn ku hûrgiliyên peymana ji 8 madeyan a di navbera HSDyê û rêveberiya Sûriyeyê de hatiye çêkirin, bi berfirehî hatin nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin