Namzedê HUDAPARê: Em ê cihê gora Sêx Seîd bikin mizgeft
PeyamaKurd – Namzedê Seroktiya Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekirê yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) Faruk Dînç, di bernameyeke partiya xwe de li ser projeyên xwe yên bo Diyarbekirê axivî.
Faruk Dînç di bernameya danasîna projeyan de, ji rojnamevanan re axivî û got ku yek ji projeya wan jî dîtina cihê gora Şêx Seîd Efendî ye û ew dê cihê gora wî jî li Meydana Derê Çiyê yê Diyarbekirê mizgeftekê ava bikin.
Dînç da zanîn ku ew dê hewl bidin cihên gorên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî û Seyîd Riza jî bibînin û ew proje di bernameya partiya wan a 2012an de jî heye.
Herwiha Dînç diyar kir ku ger bên hilbijartin ew dê xizmeta pirzimanî di şaredariyan de bikin û tevî vekirina kursên zaravayên Kurdî yên zimanê Erebî jî vekin û kreşên ji bo zimanê dayikê ava bikin.

Faruk Dînç got ku ew ê ji 81 bircên Diyarbekirê her yekê bikin nûnertiya bajarekî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dê bircek ji bo nûnertiya Qudsê bê veqetandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin