Namzedên DEM Partî yên Îdir û Xwesxeberê hatin redkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Komîsyona Hilbijartinê ya bajarê bakurê Kurdistan Îdirê, namzediya namzedên DEM Partiyê yê bajarê Îdirê û navçeya wê ya Xweşxeberê red kiriye.
Bi hinceta “endamtiya PKKê” li şaredarê berê yê Îdirê Mehmet Nurî Guneş ceza hatibû birîn û ew di girtîgehê de mabû, lê belê piştî demekê cezayê xwe temam kiribû û ji girtîgehê derketibû.
Mehmet Nurî Guneş piştî ku ji dadgehê belgeyên pêwîst ên ji bo namzediyê wergirtin bû namzedê DEM Partiyê yê Îdirê.
Di civîna Komîsyona Hilbijartinê ya Îdirê de endamên DEM Partî, CHP û ÎYÎ Partiyê ji bo namzediya Guneş dengê “erê” dan.
Ji ber ku beşdarî civînê nebûbû endamê AK Partiyê deng neda lê belê 2 karmend û dadwerekî ku endamên komîsyonê bûn ji bo serlêdana Guneş dengê “na” bi kar anîn.
Piştî ku dengê “erê” û “na” wekî hev bûn, dadwer desthilata xwe bi kar anî û namzediya Guneş red kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin