DEM Partî: Ji bo gelek sindoqan gilî hatine kirin
PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku di proseya dengdanê de, endamên partiya wan hejmarek wezîfedarên dewletê yên dengên zêde bikar anîne tespît kirine û gilî bo wan kirine.
Di daxuyaniya ji aliyê navenda DEM Partiyê ve hatiye belavkirin de hatiye gotin, ew wek partî tevî muşahîd, parlamenter û rêveberên xwe li ser sindoqan e û wan berê jî plana deshilatdariyê ya bikaranîna hilbijêrên sexte ji raya giştî re ragihandiye.
Herwiha DEM Partiyê diyar kiriye ku li ser sindoqên dengdanê hevalên wan kesên dengên sexte xwestine bikar bînin tespît kirine û giliyê wan bo cihên pêwendîdar hatiye kirin.
DEM Partiye daye zanîn ku ew dê destûrê nedin ti hîleyek bê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, proseya dengdanê li hejmarek bajarên Tirkiyê li saet 17:00 û li bajarên Bakurê Kurdistanê jî li saet 16:00 bidawî dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin