Namzedê saredariya Pinarbasi yê HDP ê hat binçavkirin

19 March 2019 01:53 0 dîtin
Namzedê saredariya Pinarbasi yê HDP ê hat binçavkirin

PeyamaKurd- Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li qeza Pınarbaşıyê namzedê şaredariyê yê partiya HDP ê Huseyîn U û 8 hevalên xwe hatin binçavkirin.

Operasyona ku hat kirin bi navê operasyona KCK/PKK ê ye û ji aliyê tîmên cendirmeyan yên Semsûrê de; li navneda Semsûrê, navçeya Çelikxanê, bajarê Meletiyê û bajarê Dîlokê (Entab) hat kirin. Sedema operasyonê alîkariya rêxistinê hat nîşandan.