NATO: Dibe ku Rûsya bêyî dem bo hisyarkirinê bimîne Ûkraynayê dagir bike
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya civîna Wezîrên Berevaniyê yên welatên endamên NATOyê li Brukselê li ser rewşa dawî ya krîza Ûkrayna-Rûsyayê daxuyanî dan.
Stoltenberg, li ser daxuyaniyên Rûsyayê yên vekişîna beşek ji hêzên rûsî ji ser sînorên Ûkraynayê diyar kir ku heta niha ti delîleke vekişînê wan nedîtiye û Rûsyayê hîn ti gavên kêmkirina rakêşiyê neavêtine.
Stoltenberg bal kişand ser tevgera pêş û paş a hêzên Rûsyayê û got ku ev nayê wateya vekişînê û diyar kir, dibe ku Rûsya bêyî ku dem ji bo hişyarkirinê re bimîne Ûkraynayê dagir bike.
Herwiha Stoltenberg got, ew hêvî dikin Rûsya rêbaza dîplomasiyê hilbijêre, ew ê berdewam bin di dayîna peyama amabedûna bo danûstandinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin