NATO li ser mijara Rojavayê Kurdistanê dicive
PeyamaKurd – Wezîrên Berevaniyê yên welatên endamên NATOyê li paytexta Belçîka Brukselê ji bo civînên du rojan berdewam bikin dicivin.
Hat ragihandin ku dê mijara sereke ya civîna NATOyê êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê be û rewşa derketiye holê bê gotûbêjkirin.
Herwiha mijareke din jî gengeşe û aloziya di navbera welatên endamên NATOyê û Tirkiyê de werin guftûgo kirin.
Tê çaverêkirin pêşniyara Almanya ya avakirina herêmeke navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê û li ser rakirina parastina qada hewayî ya Tirkiyê, piştî êrîşên Tirkiyê jî were nîqaşkirin.
Doh Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg jî ragihandibû ku dê mijara sereke rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin