Parlemana Kurdistanê îro bi mijara Rojavayê dicive
PeyamaKurd - Parlemana Kurdistanê îro bi mijara Rojavayê Kurdistanê dicive.
Êrişên artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Heta niha gelek sivîlan canê xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û bi deh hezaran kes jî koçber bûne.
Parlemana Kurdistanê dê îro saet 11:00an li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê bicive. Di civînê de tenê serokên firaksiyonan dê nêrîn û pêşniyarên xwe bêjin.
Li gorî agahiyan, endamên Parlemana Kurdistanê dê daxwaz bikin şandeka parlementoyê serdana Rojavayê Kurdistanê bike û raportekî amade bike.
Beşek ji firaksiyonên Parlemana Kurdistanê ji rêkeftina navbera rêveberiya Rojava û hikûmeta Sûriyê nîgeran in ji ber ku ditirsin destkeftên Rojava nemînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin