Parlamentoya Kurdistanê bi mijara sînoran û deverên Kurdistanî dicive
PeyamaKurd - Parlamena Kurdistanê wê bi beşdariya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser rewşa deverên sînorî û navçeyênKurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê bicive.
Serokatîya Parlamena Herêma Kurdistanê bi nivîsarekê daxwaz ji Civata Wezîran kir, her yek ji wezîrên Pêşmerge, Navxwe û wezîrê Herêmê bo karûbarên Bexda di civîna parlamenê de amade bin.
Tê çaverêkirin, di nav vê hefteyê de, civîna Parlamenê li ser mijarê were kirin û çend komîtey jî ji bo vê mebestê raporên xwe pêşkeşî serokatîya parlamenê bikin.
Bi taybet piştî êrîşên Tirkiyê komîteyeke parlamenê ji bo amadekirina raporekê li ser rewşa sînor lêkolînan dike ku herwiha li ser rewşa deverên Kurdistanî jî rapor hatine amadekirin.
Tê pêşbînîkirin Parlamentoya Kurdistanê li ser herdu raporan biryarê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin