Parlamentoya Kurdistanê wê êrîsên ser deverên sînor gotûbêj bike

05 July 2020 13:37 0 dîtin
Parlamentoya Kurdistanê wê êrîsên ser deverên sînor gotûbêj bike

PeyamaKurd - Sekretera parlementoya Kurdistanê Muna Qehwecî ragihand ku parlemento dê vê hefteyê bicive û êrîşên Tirkiyê yên li ser deverên sînorî jî tê de li ser çend mijarên girîng gotûbêjan bike.

Sekretera parlementoya Kurdistanê Muna Qehweçî daye xuyakirin ku parlementoya Kurdistanê bêhnvedana xwe ya havînê kurt kiriye, ji ber ku çend mijarên girîng hene divê bên gotûbêjkirin.

Muna Qehweçî da zanîn, parlemento dê vê hefteyê bicive û li ser mijarên mîna danûstandinên Hewlêr û Bexdayê, deynên hikûmetê, rewşa deverên Kurdistanî û deverên sînorî, ku ev demek e rastî êrîşên Tirkiye û Îranê tên, gotûbêj bike.

Sekretera Parlementoya Kurdistanê got ku dê wezîrên Pêşmerge, Navxwe û Tenduristiyê jî li parlementoyê amade bin û li ser karên wezaretên xwe agahiyan bidin.