Navenda kasûnê ya pêsberî Gola Wanê pistî 3 salan ji nû ve vebû

05 January 2022 20:39 0 dîtin
Navenda kasûnê ya pêsberî Gola Wanê pistî 3 salan ji nû ve vebû

PeyamaKurd – Bi barîna berfa çend hefteyên dawî re li bajarê Wanê, asta qalindiya berfê li Çiyayê Artosê yê 45 kîlometre dûrî navenda bajêr jî zêde bû û navenda kaşûnê piştî 3 salan ji nû ve ji geştiyaran re hat vekirin.

Midûrê Werziş û Ciwaniyê yê Wanê Nevzat Înanç ji medyayê re ragihandiye ku ji ber kêmbûna barîna berfê 3 salin wan nekariya navenda kaşûnê ya li Çiyayê Artosê vekin û gotiye, bi barîna berfa çend hefteyên borî re navend ji nû ve hatiye vekirin û geştiyaran kêfa kaşûnê derxist.

Hêjayî bibîrxistinê Çiyayê Artosê dikeve ber Gola Wanê û hezkarên kaşûnê li ber dîmeneke xweş a golê xwe dişemitînin.