Nêçîrvan Barzanî bi Kazimî re hevdîtinekî pêkanî
PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema pêkanîna hinek rêzehevdîtinan li Bexdayê ye. Serokê herêmê Barzanî îro bi serokwezîrê Iraqê bi Mustafa Kazimî re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê û hinek mijarên din axifîn.
Piştî hilbijartina Musatafa Kazimî bo posta serokwezîrtiya Iraqê, cara yekeme ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Bexdayê dike. Di seredana Barzanî de digel wî cîgirê serok Mustafa Seyîd Qadir û Cafer Şêx Mustafa hene.
Bi îhtîmaleka mezin wê heyeta di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, bi serokkomar Berhem Salih û bi serokê Meclisa Iraqê Muhammed Hebûsî re hevdîtinan bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin