Nêçîrvan Barzanî bi Konsûlê Gistî yê Îranê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro di hevdîtinekê de, pîrozbahî li destbikarbûna Konsûlê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê di kar û erkên wî de jê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Yekşemê li Hewlêrê bi Konsûlê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Nesrula Reşnûdî re civiya.
Hat ragihandin ku di civînê de geşedanên dawî yên Iraq û herêmê bi giştî hatine guftûgo kirin.
Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û berdewamiya guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkan jî beşeke din a wê hevdîtinê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin