Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Dadwerî ya Iraqê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 8ê Adarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Faîq Zeydan re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de, li ser girîngiya daraz û dadgehan a bo îstiqrarê û bandora wê ya li ser jiyana hemwelatiyan hatiye axaftin.
Hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser bicihanîna rêkeftina navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê hatiye kirin û Nêçîrvan Barzanî di vê mijarê de, spasiya rola Zeydan a pêkanîna dadmendiyê kiriye.
Zeydan jî ji bo rola wî ya li seranserê Iraqê bo pêkvejiyanê û rûhê yekîtiyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin