Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan re civiya.
Di civînê de Serokê Encumena Bilind a Dadweriya Iraqê Fayeq Zêdan de, sîstem û desthilata dadweriya Iraqê û kar û erkê Encumena Bilinda Dadwerî û Dadgeha Federalî û hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Encumena Bilinda Dadweriya Iraqê guftûgo kirin.
Her du aliyan tekezî li ser parastina serbixweyî ya desthilata dadwerî û têkilnekirina li gel siyasetê kirin û hevrê bûn ku hevkarî û hehahengiya di navbera desthilata dadwerî li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi ber çav girtina taybetmendiya Herêma Kurdistanê pêwîste û pesnê hevkarî û hemahengiya di navbera Encumena Bilinda Dadweriya Iraq û Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê kirin.
Di beşeke din a civînê de ku Serokê Encumena Dadweriya Herêma Kurdistanê û Wezîrê Dadê amade bûn, babeta pêkhate û kar û erkê dadgeha federalî û mekanîzma temamkirina endamên wê û çawayiya destnîşankirina wan ya li gor rêkarên wê yên destûrî xistin ber behs û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên ji bo vê mebestê kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên peywendîdarên desthilata dadweriya li Iraq û Herêma Kurdistanê derbirî û hêvî xwest li babeta xulên fêrkirin û rahênanê da hevkariya desthilata dadweriya Iraqê ya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin