Nêçîrvan Barzanî li Londonê bi Serokê Encûmena Lordan re civiya
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 16ê Îlonê di serdana xwe ya Brîtanyayê de, li gel Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê John McFall civiya.
Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê spasiya Herêma Kurdistanê kir û dûpat kir ku ew dê li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî jî daxwaz ji Parlamentoya Brîtanyayê kir ku alîkar bin ji bo qayîmkirina demokrasî û dezgehên Herêma Kurdistanê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, di duyem roja serdana xwe ya fermî de bo Brîtanyayê, li gel Serokê Encûmena Lordan a Brîtanyayê ya li Parlamentoya Brîtanyayê Lord John McFall civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de dawîn pêşhatên rewşa Iraq û navçeyê, prose û jiyana siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên dahatûyê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê, şerê dijî terorê, Covid-19, rewşa koçbner û penaberan li Herêma Kurdistan ê, karîgeriyên guherîna keşûhewa li ser Iraq û Herêma Kurdistanê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Lord John McFall pesnê proseya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê û danîna kota bo misogerkirina beşdariya jinan û nûnerên pêkhateyan li proseya siyasî û jiyana parlamenî û dezgehên hikûmetê kir û dûpat kir, “Parlamentoya Brîtanyayê berdewam dibe li ser piştgiriya bo Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî pêşniyaz û rasparde dide hikûmeta welat (Brîtanya). Herwiha spasiya rola Herêma Kurdistanê kir di rûbirûbûna teror û têkbirina DAIŞê de.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasî û pêzanînên Herêma Kurdistanê bo berdewamiya piştgiriya parlamento û Encûmena Lordan û hikûmeta Brîtanyayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir û spasiya parlamentoya Brîtanyayê kir ku tawanên DAIŞê yên li beramber Kurdên Êzidî û pêkhateyên din ên Iraq û Herêma Kurdistanê wek cînosayd nas kir.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz kir, “Parlamentoya Brîtanyayê di qayîmkirina demokrasî û dezgehên welat de, alîkariya Herêma Kurdistanê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin