Nêçîrvan Barzanî bi serokê meclisa Bexdayê re civiya

13 November 2019 22:36 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi serokê meclisa Bexdayê re civiya

PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî îro bo seredana rêvebirên hukumeta Iraqê çû Bexdayê. Barzanî bi serokwezîr Adil Abdulmehdî, serokkomar Berhem Salih û bi serokê meclisa Iraqê bi Muhammed El Halbûsî re civiya.

Di hevdîtinan de behsa têkiliyên Bexda û Kurdistanê, behsa aramkirina Iraqê û îstîqrara wê hat axaftin. Barzanî bi serokê meclisa Iraqê bi Halbûsî re di mijara pêşdeçûnên dawiyê yên li Iraqê û li ser mesela guhertina destûra Iraqê axifî. Barzanî di mijarê de weha got:

“Pirsgirêk ne di destûrê de lê di tetbîqa wê de ye. Her guherînên ku di destûra Iraqê de bên kirin, divê di leha mafên Iraqiya de be, hûzûr û îstîqrarê bipêş bixe. Divê ew guhertinan, mafên destûrî yên herêma Kurdistanê û pêkhateyên Iraqê biparêze.”