Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Ezim re civiya

27 November 2022 16:23 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Hevpeymaniya Ezim re civiya

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Yekşemê ji bo hevdîtinên ligel aliyên siyasî gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê û dest bi danûstandinên xwe kir.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî, li Bexdayê yekem hevdîtina xwe ligel Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Elsamarayî pêk anî û di civînê de, pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên Iraqê yên dawiyê hatin gotûbêj kirin.

Herwiha behsa pêwîstî û girîngiya alîkariya hevbeş a hêz û aliyên Iraqî ji bo derbaskirina zehmetiyan û piştgirîya hikûmeta nû ya Iraqê ji bo serxistina karnameya wê hat kirin.

Di civîna ku şanda Serokê Herêma Kurdistanê jî tê de amadehî kir de, hejmarek rêveberên Hevpeymaniya Ezim jî cî girtin û herdu aliyan girîngiya bi ruhê bihevrebûn û hemwelatîbûnê karkirina wek tîmekê anîn ziman.