Nêçîrvan Barzanî: Bîra Soresa Îlonê, qet venemirî

11 September 2023 13:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Bîra Soresa Îlonê, qet venemirî

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 62yemîn salvegera Şoreşa Îlonê, peyamek arasteyî xelkê Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî, di peyama xwe de diyar kir ku tevî ku plana neyaran bû sedema şikestina şoreşê jî lê bîra şoreşê tu car venemirî.

Serokê Herêma Kurdistanê bi berdewamî da zanîn ku destkeftiyên Şoreşa Îlonê bûn bingeha hemû destkeft û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û di dewama peyama xwe de wiha got:

“Çawa ku yekrêzî, hêz û bingeha Şoreşa Mezin a Îlonê bû, di vê bîranînê de em tekeziyê li ser yekrêzî û hevqebûlkirin û hevkariya hemû hêz û alî û pêkhateyên gelê Kurdistanê dikin.”

Şoreşa Îlonê, di 11ê Îlona 1961ê de bi rêbertiya Nemir Mele Mistefa Barzanî û hevkariya gelê başûr, li dijî hikûmeta serdemê ya Iraqê dest bi xebat û şerê çekdarî kiribû û ew xebat di nav tevgera siyasî û rizgarîxwaziya gelê Kurd de wekî ‘Şoreşa Îlonê’ di nav rûpelên dîroka gelê Kurd de cihê xwe girt.