Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera Soresa Îlonê peyamek belav kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û diyar kir: “Şoreşa mezin a Îlonê, dayika şoreşên Kurdistan e ku yek ji serdemên herî dijwarên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî de kom kir”
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Li bîranîna şêst saliya hilpêkirina şoreşa mezin a Îlonê de, bi rêz û rûmetê ve bîranîna rêberê şoreşê Barzaniyê Nemir û hevalên wî û tevahiya şehîdên şoreşê û Kurdistanê dikîn, silav û rêz ji bo giyanê wan yê pak dişînin û serê rêz û rûmetê li ber wan da ditewînîn.
Şoreşa mezin a Îlonê, dayika şoreşên Kurdistane ku yek ji serdemên herî dijwar ên dîrokê de hemû çîn û pêkhatên Kurdistanî li bin serkirdayetiyeke cihê baweriyê û li îradeyeke yekgîrtî de kom kir ji bo ku pêkve û bi navê yek armancê de berengariya sîtem û zordariyê bibin û daxwaza azadî û mafên xwe bikin.
Şoreşa mezin a Îlonê îradeyeke polayîn û bingeheke li gelê Kurdistanê de dirust kir, ku êdî tu demekê nedibû bişkê, ji bo wê yekê piştî alîkariyên navdewletiya li şoreşê, demeke kêm de gelê Kurdistanê rêzên rêkxist û dûbare hate nav kora xebat û têkoşîn û rûbirûyê hemû hêz û çek û zebir û zengeke desthilatiya wê demê ya Iraqê bû.
Şoreşa mezina Îlonê û bandor û pêgeh û dengvedana wê ya li ser asta navçeyê û cîhanê, bûne bingehek ku rêkeftina 11ê adarê û hemû destkeft û pêşketinên piştî wê gelê Kurdistanê li ser avakirin, destkeftê herî mezin jî dirustkirina şanazî û nasnameya niştimanî û neteweyî û îrade û giyanê berengarî û berdewamiyê bû ku gelê Kurdistanê bi îro gîhand.
Bila bîranîna şoreşa mezin a Îlonê ku şoreşa tevahiya gelê Kurdistanê bû, bikin hewên û bingeha yekrêzî û tebayî û pêkvejiyana hemû pêkhatên Kurdistanê û bi heman giyana şoreşê, bi navê paşerojeke baştir û çespandina federalî û parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftên wê da, pêkve hengavan bavêjîn û kar bikin.
Herdem bilind û bi rûmet bê bîranîna şoreşa mezin a Îlonê û silav û rêz ji bo giyanê pak ê şehîdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin