Neçîrvan Barzanî bo Mehmûd Abbas û bo qralê Bahreynê peyama sersaxiyê sand
PeyamaKurd – Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas û bo qralê Bahreynê Hamed Bîn Îsa el-Xelîfe peyama sersaxiyê şand. Bi sedema wefata serpereştê muzekareyên Fîlîstîniyan û hem sekreterê Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê Saîb Ûreykat, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyama sersaxiyê ji Mehmûd Abbas re şand.
Neçîrvan Barzanî, li ser navê xwe û navê xelkê Kurdistanê bo malbata Ûreykatî û xelkê Fîlîstînê taziyeyên xwe şand û bo wî ji Xwedê rehmetê xwest. Ûreykat bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê wefat kiribû.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî her weha bi sedema wefata serokwezîrê Bahreynê Xelîfe bîn Selman el Xelîfe, bo qralê Bahreynê Hamed bîn Îsa el Xelîfe, bo malbata qraliyetê û xelkê Bahreynê taziyeyên xwe şand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin