Neçîrvan Barzanî: Divê Kurd û rejîmê Samê dest bi diyalogê bikin

15 March 2019 16:38 0 dîtin
Neçîrvan Barzanî: Divê Kurd û rejîmê Samê dest bi diyalogê  bikin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo aştîyek mayînde divê kurden Sûriyê û rejima Şam ê dest bi diyalogê bikin.

Berzanî pirsên rojnamevan Amberîn Zaman yê Al Monitor ê  bersivandin Neçîrvan,” rastîyek heye, li Sûrîyê hîn rejim pir bi hêze û divê kurd jî ji vê sûd verbigrin û ji bo mafên kurda divê bi rejima Şamê dest bi diyalogê bikin”.

Li Sûrîyê hîn gengeşe berdewam dikin kengî kurd gihiştin mafê xwe wê alozîya Sûrîyê ji kêm bibe. “Rejima Sûrîyê ji divê mafê kurda bin pê nekê, gellek herem di bin qontrola kurda de ne, ji bo çareserîyê divê herdû alî werin cem hev”.

Hukumeta Kurdistanê ji dikarê heya bi cihekî bibe navbênkar lê li heremê bandora Rûsya bêhtire divê ji bo navbênkarîyê Rûsya bar hilgirê û ji bo çareserîyê bibe navbênkar. 

Neçîrvan Berzanîn,Serok Mesûd Berzanî jî di heman fikre de ye ku kurd û rejim dest bi muzakareyan bikin û amadeye ku bibê navbênkar.

Barzanî, Amerika di polîtîkayê xwe de ne zelalê û li wir ne mayîndeye kurd jî vê yeke zanin.

Di navbera Yekînêyênen  Parastina Gel (YPG) û PKK de pêwendîyên bi  hêz hene Tirkiye mafdarê ku bi fikar bê. Lê Tirkîye ji gerek zani bê ku bi şer û pevçûnan pirsgirek çareser nabê.