Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin di çend waran de ji Estonyayê sûdê werbigrin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Komara Estonyayê Alar Karis piştî civîna doh 17ê Çileyê ya li Hewlêrê civîneke hevpar a rojnamevanî li dar xistin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de ragihand, îşev me civîneke baş bi Serokê Estonyayê re kir, me behsa pêşxistina pêwendiyên Estonyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir, zêdetir me behsa derfetên alîkariya hevpar û girîngiya parastina aramî û seqamgiriya deverê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: “Me di li ser êrîşên ser Hewlêrê û pêşhatên deverê û rewşa mirovî li Xezzeyê û şerê Ukraynayê danûstandin kirin”.
Barzanî diyar kir, “Me rêz û spasiyên xwe ji bo gel û hikûmetên Estonyayê tekez kirin, ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de alîkariya Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye”.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn, “Niha jî hêzeke Estonyayê ya leşkerî li Herêma Kurdistanê di erkê xwe de ye, şêwirmendî û alîkariyan pêşkêşî Pêşmergeyan dikin, em spasiya wan dikin û destxweşiyê lê dikin”.
Serokê Herêma Kurdistanê di dewamê de bibîr xist: “Ji bilî hevpariya me di rûbirûbûna terorê û demargiriya tundrê de, em li Herêma Kurdistanê dixwazin ji şarezahiya ezmûna serkeftî ya Estonyayê di çend waran de sûdê werbigirin, wekî warê IT û hikûmeta elektronî ku ew di vî warî de pêşeng in. ji bo vê meremê, çend caran şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Estonyayê kirine”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin