Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo Kurdistan bibe penageheke aram dixebitin

18 December 2022 13:04 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo Kurdistan bibe penageheke aram dixebitin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Kanûnê roja Yekşemê ji bo Roja Cîhanî ya Kemîneyan peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ‘Roja Cîhanî ya Kemîneyan’ de got: "Di Roja Cîhanî ya Kemîneyan de em tekezîyê li ser firehî, pêkvejiyan, lêborîn û hevqebûlkirina hemû pêkhateyên netewî û olî û parastina mafên wan dikin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Em ji bo Kurdistan her dem ji hemûyan û bê cudahî bibe penageheke aram dixebitin.”