Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan dixwaze bibe hokara aramî û îstiqrarê li herêmê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Belçîkayê Philippe Goffin kir.
Di civîna ku behsa girîngiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Belçîkayê de hate kirin, Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze li navçeyê bibe hokara aramî û îstiqrarê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî spasiya Belçîkayê kir ku di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye û diyar kir ku heta niha jî pêwîstiya Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo berengarbûna terorê bi berdewamiya hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî heye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Herêma Kurdistanê dixwaze hemû pirsgirêkên ligel Iraqê, li ser binemayên desetûra bingehîn bêne çareserkirin û Herêma Kurdistanê dixwaze bibe faktereke aramî û seqamgeriyê li navçeyê.
Derbarê rewşa Iraq û xwepêşandanan de jî Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê bo daxwazên xwepêşanderên Iraqê yên ji bi jiyanek û xizmetguzariyeke baştir nîşan da.
Di beramber de Wezîrê Derve yê Belçîkayê aramî û seqamgeriya Herêma Kurdistan, Iraq û navçeyê ji bo welatê xwe weke cihê girîngiyê nîşan da û rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê, hewldanên ji bo pêkanîna aramî û çareserkirina pirsgirêkan û pêkvejiyan û xweşbiniya li Herêma Kurdistanê berz nirxand.
Philippe Goffin spasiya hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziyeke baş li koçber û penaberan kiriye û pêkhateyên olî û neteweyî parastine.
Di vê civînê de behsa bihêzkirina pêwendiyên dualî, çarenivîsa girtiyên DAIŞê û malbatên wan ên li herêmê bi taybetî li Kampa Holê jî hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin