Nêçîrvan Barzanî êrîsa ser Pêsmerge bi tundî sermezar kir

12 May 2021 16:04 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî êrîsa ser Pêsmerge bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrîşa şeva borî li Kifrî ya terorîstên DAIŞê bi ser Pêşmerge de bi tundî şermezar kir û hevxemiya xwe ligel malbata Pêşmergeyê şehîd anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Serxweşiyê li malbata şehîdê Pêşmerge yê qehreman ku şeva borî di êrîşa terorîstên DAIŞê de şehîd bû dikim û wê êrîşê bi tundî şermezar dikin û hevxemê malbata wî şehîdî me.”

Nêçîrvan Barzanî, destnîşan kir ku pêwîste bilez hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêk were.

Di êrîşa şeva borî terorîstên DAIŞê de, li sengereke Lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge ya qezaya Kifrî kir Pêşmegeyek şehîd bûbû û Pêşmergeyan êrîş şikandibûn û terorîst reviyabûn.