Nêçîrvan Barzanî: Ez hemû pistgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim

08 March 2021 12:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Ez hemû pistgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim

PeyamaKurd –  Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir:  “Di têkoşîna wan a bo rûbirûbûna çewsandin, neyeksanî û nedadperweriyê de, ez hemû piştgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo Roja Cîhanî ya Jinan peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan bi germî li hemû jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Di têkoşîna wan a bo rûbirûbûna çewsandin, neyeksanî û nedadperweriyê de, ez hemû piştgiriya xwe bo jinên Kurdistanê dûpat dikim. Hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.”

Roja 8ê Adarê wek Roja Cîhanî ya Jinan, her sal tê pîrozkirin. Di wê rojê de li seranserê cîhanê, bi boneya destkeftên siyasî, civakî û aborî yên jinan, aheng tên sazkirin.

Herwiha, li çar perçeyên Kurdistanê jî çalakiyên cûr bi cûr ji bo vê rojê tên encamdan. Lê îsal ji ber şewba Koronayê û rêkariyên taybet bi rêgirtina li wê şewbê, encamdana hemû cûre çalakî hatine qedexekirin.