Nêçîrvan Barzanî îro bi berpirsên YNKê û Gorranê re dicive
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro serdana Silêmaniyê dike û bi berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê û Tevgera Gorranê re dicive.
Serokê Herêma Kurdistanê di civînên ligel her du aliyan de, dê rewşa Herêma Kuridstanê, pêwendiyên navbera aliyên siyasî, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên bê yên Parlamentoya Iraqê û mijara nivîsîna destûreke nû ji bo Herêma Kurdistanê gotûbêj bike.
Nêçîrvan Barzanî, do li Hewlêrê dest bi civînên xwe kir û bi Elî Bapîr, Serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistamê û Selahedîn Mihemed Behaedîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê re civiya û behsa wan mijaran kir ku pêwendiya wan bi Herêma Kurdistanê ve heye.
Herwiha yek ji mijarên herî sereke di civîn û hevdîtinan de tê gotûbêjkirin, amadekirina destûrekê bo Herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin