Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Al Sanî re hevdîtin kir

16 June 2023 01:18 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Al Sanî re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, bi serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbusi û bi emîrê Qatarê  Şêx Temim bin Hamad Al Sani re li Bexdayê hevdîtin. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de hevdîtinê ragihand û weha got:

“Ez bi hevdîtina emîrê Qatarê Şêx Temim bin Hamad Al Sani, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, serokê parlementoya Iraqê Muhammed Halbusi û Xemîs Xencer re gelek serbilind bûm. Seredana Şêx Tamîm ya Iraqê gelek girînge, seredana wî ya Iraqê têkiliyên navbera neteweyên me pêş dibe. Em bende ne têkiliyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Qatarê pêşde herin.”