Nêçîrvan Barzanî, li Romayê ligel Papa civiya

13 April 2023 13:30 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî, li Romayê ligel Papa civiya

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya fermî ya Romayê de ligel rêberê ruhanî yê mesîhiyên katolîk û Serokê Vatîkanê Papa Francis civiya. 

Nêçîrvan Barzanî ku wekî mêvanê fermî yê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni çû Romanyayê, derbasî paytext Îtalyayê bû hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî, derbasî cem Papa bûye û ligel wî civîn berdewam e.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokwezîra Îtalya Giorgiya Meloni û berpirsên Îtalyayê re behsa bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina warên hevkariyê bike.

Giorgia Meloni, roja 23.12.2022yan serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.

Her wiha tê zanîn ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de têkiliyên xurt ên siyasî hene.