Nêçîrvan Barzanî pêswazî li çalakvana Êzidî Nadya Murad kir

03 February 2021 17:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li çalakvana Êzidî Nadya Murad kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 3yê Sibatê pêşwazî li çalakvana Êzidî û rizgarbûyê destê DAIŞê Nadya Murad kir. Barzanî got, hewlên wan berdewam in ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyan û Şingalê.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Serok Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku li ser hewlên xwe berdewam dibin û kar dikin ji bo ku kêşeyên Êzdiyan û navçeya Şingalê bên çareserkirin û li vî warî de li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî hemû hevkarî û hemahengiyekî pêwîst dikin.”

Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê hewlên xanima Nadya yên bi navê xizmetkirina Êzidiyan bilind nirxand û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrîkirina her kar û projeyên ji bo xizmetkirina Êzidiyan derbirî.

Nadya Murad spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo berev pêşvebirina dosyeya Êzidiyan û xizmetkirina wan kir.

Herwiha her du aliyan pirsa vegerandina komek termên qurbaniyên Êzidî yên ji bo gundê Koço û rêkeftina Şingalê û çend babetên din ê di derbarê karubarê Êzidiyan de guftûgo kirin.