Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Patrîkê Keldanî Kadrînal Luîs Sako kir

25 July 2023 17:17 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Patrîkê Keldanî Kadrînal Luîs Sako kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 25ê Tîrmehê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Patrîkê Dêra Keldanî ya li Iraq û cîhanê Kardînal Luîs Sako kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de li ser vekişandina biryarnameya Serokomarê Iraqê ya li ser Dêra Keldanî, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku girîng e Iraq bi Herêma Kurdistanê ve weke çadirekê ji bo komkirina hemû pêkhateyên olî û netewî bimînin û hêvî xwest Serokomarê Iraqa Federal di zûtirîn demê de pirsgirêkan çareser bike

Serokê Herêma Kurdistanê got ku pêkvejiyan û hevqebûlkirin li Iraqê, bawerî û perensîp e û ciwaniya Iraqê di wê de ye, divê welatê hemû pêkhatan be û mafên hemû pêkhatan parastî bin.

Kardînal Sako spasî û pêzanîna xwe ji bo piştevaniya Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dubare kir ku Herêma Kurdistanê warê pêkvejiyan û hevpejirandinê ye û şanaziyê bi wê yekê dikin. Patrîkê Dêra Keldanî got: "Ew kêşe ti carî rê li kar û erkên wî nagire û dê berdewam be li ser parastina Îraqê û pêkvejiyanê."

Herwiha rewşa deşta Nînowaû çend mijarên din ên girêdayî rewşa dêrê û Xirîstiyanan jî hatin gotûbêjkirin ku Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade kir.