Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Senator Lindsey Graham kir: Mijarên girîng hatin gotûbêjkirin

05 July 2022 16:29 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Senator Lindsey Graham kir: Mijarên girîng hatin gotûbêjkirin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 5ê Tîrmehê roja Sêşemê pêşwazî li senatorê navdar ê Amerîkî Lindsey Graham kir û di hevdîtinê de hejmarek mijarên girîng ên li ser pêwendiyên Hêwler-Bexda û Kurdên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, li ser naveroka hevdîtinê ragihand, di hevdîtina ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek fermandeyên Amerîkî yên hêzên Hevpeyman û dîplomat amade bûn de, guftûgo derbarê rewşa Iraqê, şerê li dijî terorê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Sûriyê û Kurdan li wî welatî de hatin kirin.

Hat diyarkirin, di civînê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina ewlehiyî û aramiyê kirin û li ser vê jî hevnêrîn bûn ku metirsiya terorê û dubare aktîfbûna DAIŞê gefeke cidî ye li ser aramiya Iraq û Sûriyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Amerîka kir ku di şerê terorê de alîkariya Kurdistan û Iraqê kiriye û dike û got, kilîta aramî û nemana pirsgirêkên Iraqê, çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û ev jî bi diyalog û li ser bingeha destûrê dibe.

Herwiha di hevdîtinê de pêwendiyên Iraq û Kurdistanê bi welatên cîran re û pêşhatên dawî yên deverê û çend mijarên din hatin axaftin.