Nêçîrvan Barzanî pêswazî li Wezîrê Derve yê Luksemburgê kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 30yê Adarê li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn kir.
Wezîrê Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn îro Çarşemê bi serdaneke fermî gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Berpirsê Peymangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Luksemburgê yekem hevdîtina xwe ligel Nêçîrvan Barzanî pêk anî û biryare bi Serok Mesûd Barzanî û berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin