Nêçîrvan Barzanî sersaxî da Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev

12 July 2020 14:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya birayê wî Ehmed Îbrahîm Mirzoyev sersaxî ji akademîsyen û kesayetê navdarê Kurd li Kazaxistanê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de ji bo koça dawiyê ya birayê wî Xwedê jê razî Ehmedê Îbrahîmê Mîrzoyêv, sersaxî pêşkêşî akademîsyen û kesatiyê navdarê Kurd li Kazaxistanê rêzdar Profesor Dr. Kinyazê Mîrzoyêv kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, tevî behîdarî û sersaxiyê, hevxemiya xwe bi rêzdar Mîrzoyêv û malbat û kesûkarên wî re nîşan da û ji Xwedayê mezin xwest rehmetî bixe ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê bide hemûyan.