Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê pêwendiyên dualî yên siyasî û aborî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 22yê Tebaxê roja Duşemê pêşwazî li Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro kir û di navbera herdu aliyan de geşedanên siyasî yên Iraqê û pêwendiyên Japonya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêj kirin.
Serokatiya Herçma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ragihand ku îro duşemê 22yê Tabaxa 2022yan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonya yê li Iraqê Suzuki Kotaro geşedanên siyasî yên Iraqê û pêwendiyên Japonya yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Hat diyarkirin ku Balyozê Japonê destnîşan kiriye ku wê welatê wî li ser piştgirî û hevkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be û pesnê pêşketinên Herêma Kurdistanê û rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nêzîkkirina aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekrêziya di navbera wan de bilind nirxandiye.
Nêçîrvan Barzanî jî spasiya rola Japonyayê ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye û bi taybetî bal kişandiye ser kar û çalakiyên ajansa JICA ya Japonyayê û hêviya berdewambûna kar û çalakiyên Japonyayê û pêşxistina têkiliyên du alî xwestiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewşa siyasî ya Iraqê û sûdwergirtina ji derfetan, aştî û aramiya navçeyê bi giştî, metirsiya terorê, pirsa avadankirinê û sektorên ku Japonya dikare tê de kar bike û handana sektora taybet, çend mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin