Nêçîrvan Barzanî û Çavusoglu li ser bihêzkirina pêwendiyan axivîn
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel wî, îro danê sibê li paytexta Tirkiyê Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civîneke li dar xist.
Hat ragihandin ku di civînê de pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê ligel Tirkiyê û çawaniya pêşvebirina zêdetir a vê peywendiyê di hemû waran de, bi taybetî di warê aboriyê de hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li pêşvebirina zêdetir a liv û tevgerên bazirganî kirin.
Belavbûna vîrûsa koronayê û bandora wê li ser warê aboriya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, mijareke din a civînê bû. Li hember vê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da li ser pêşkêşkirin û şandina alîkarî û pêwîstiyên bijîşkî ji bo rûbirûbûna koronayê.
Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên li ser çareserkirina kêşeyan, metirsiyên terorê û rûbirûbûna wê, geşedanên herî dawî yên li herêmê bi giştî, mijarên din ên civînê bûn.
Biryar e Serokê Herêma Kurdistanê îro li Enqerê Koşka Serokomariya Tirkiyê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.
Li gorî nirxandinên medya tirk, hatina Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê piştî hevdîtina wî ya ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron a Bexdayê ye ku ev xwedî girîngiyekê ye û dibe peyamên Macron ên ser aloziyên herêmî bigihîne Erdogan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin