Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump li Davosê civiyan

22 January 2020 15:38 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump li Davosê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Korbenda Aborîya Cîhanî ya Davosê de, îro bi Serokê Amerîka Donald Trump re hat ba hev.

Koşka Spî di bernameya îro 22yê Çile ya Davosê ya Trump de ragihandibû ku Serok Trump û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdîtinekê pêk tînin û piştre jî Trump bi Serokomarê Iraqê Berhem Salih re dicive.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser medya civakî dîmenên hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ligel Trump belav kir.

Li gorî zanyariyan di hevdîtina her du serokan de, rewşa Iraqê bi giştî, pêwendiyên Amerîka bi Kurdistanê re û aloziyên herêmî yên Rojhilata Navîn û têkoşîna dijî terorê hatine guftûgokirin.

Nêçîrvan Barzanî dema hevdîtina ligel Trump wiha axivî:

“Gelekî kêfxweş im ku li vir im. Ji bo derfeta hevdîtinê gelek spasiya Rêzdar Trump û rêveberiya Amerîkayê dikim. Herwiha ji bo piştevaniya Amerîkayê ya bo me jî spasdar im.”

Donald Trump jî got ku wan DAIŞ hilweşandiye û ew dê di dabînkirina ewlekariya herêmê de berdewam bin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê hîn daxuyaniyeke berfireh derbarê hevdîtinê de belav nekiriye.