Wê Nêçîrvan Barzanî û Trump li Davosê bicivin
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Forûma Aborî ya Davosê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bicive.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendineke fermî beşdarî Korbenda Aborî ya Davosê dibe ku di navbera 21-24ê vê mehê de, li Davosê birêve diçe û 50 saliya wê tê yadkirin.
Di berdewamê de hat gotin ku wê Nêçîrvan Barzanî li Davosê dema birêveçûna korbendê bi Serokê Amerîka Donald Trump, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û hejmarek serok û berpirsên welatên cîhanê re hevdîtinan bike û siyaset û helwesta herêma Kurdistanê digel wan serkirdeyên wan welatan gotûbêj bike û li ser pêwendiyên dualî biaxive.
Herwiha hat diyarkirin ku dê Nêçîrvan Barzanî bi beşdarê rûniştineke Davosê ya ‘Rojhilata Navîn û Seqamgerî’ bibe û li ser qeyranên Sûriye û Iraqê nêrînên xwe bîne ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin