Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Perwerdeya Brîtanyayê Nedîm Zehawî pîroz kir: Em bi te serbilind in!

16 September 2021 17:21 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Perwerdeya Brîtanyayê Nedîm Zehawî pîroz kir: Em bi te serbilind in!

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber destnîşankirina wî ya bo wezîrtiya perwerdeya Brîtanyayê Nedîm Zehawî yê Kurd pîroz kir.

Zehawî doh 15ê Îlonê di guhertina hin wezîrên hikûmeta Brîtanyayê de, erka wî ya wezîrtiya xebatên tenduristiyê jî hatibû guhertin û wekî wezîrê nû yê perwerdeya Brîtanyayê hat destnîşankirin.

Nêçîrvan Barzanî ku niha serdana xwe ya Brîtanyayê berdewam dike peyameke pîrozbahiyê ji bo Nedîm Zehawî li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kir û got: “Ez erkdarkirina dostê xwe Nedîm Zehawî wek Wezîrê Perwerdeyê pîroz dikim û serkeftinê jê re dixwazim. Ji bo me  serbilindiye ku Nedîm Zehawî yê Kurd kariyeke serkeftî li Qralîyeta Hevgirtî berdewam dike.”