Necmedîn Kerîm rexneyên tund li YNKê girtin

20 September 2018 23:42 0 dîtin
Necmedîn Kerîm rexneyên tund li YNKê girtin

PeyamaKurd - Necmedîn Kerîm ragihand ku ti pêwendiyeke wî bi YNKê re nemaye û ew beşdarî tu civîneke wê partiyê nabe û dibêje ku ew ji bo aliyekî bangeşeyê nake ku ew rewş bi ser Kerkûkê aniye.

Necmedîn Kerîm di hevpeyvîna xwe ya li gel Rûdawê de behsa jiyana siyasî ya niha, rewşa Kerkûkê piştî 16ê Cotmehê û planên xwe yên ji bo Kerkûkê û peywendiyên xwe yên li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir.

Kerîm ku endamê polîtburoya siyasî ya YNKê ye, piştî bûyerên 16ê Cotmehê beşdarî tu civînên YNKê nebû û li ser pirsyara wê yekê ku di bangeşeya hilbijartinan a YNKê de nayê dîtin got: “Ji bilî peywendiya hevaltî û şexsî li gel Kak Kosret (Resûl) ku rast e em behsa gelek tiştan dikin, peywendiya min a fermî bi YNKê re nemaye. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê neçûme ti civînekê û bangî min jî nekirine.”

Necmedîn Kerîm bal kişande ser rewşa ku di 16ê Cotmehê de bi ser Kerkûkê de hatiye û got: “Rast e, serkirdetî, polîtburo û encûmena navendî nebûn, çend kesan ev êş û rewş anîn ser Kerkûkê, lê ti lêkolînek li ser vê mijarê nehat kirin, weke ku qet nebûye. Ez nikarim vê yekê biparêzim. Sibe biçim nav xelkê, bi taybetî biçim wan deran ku cihên awareyên Kerkûkê lê ne û bibêjim deng bidin wan kesan ku napirsin hûn çima li vir in?”

Derbarê wê yekê de ku tê gotin tevlî PDKê bûye, Necmedîn Kerîm eşkere kir ku tevlî PDKê nebûye û got: “Ez nebûme PDKyî lê mebesta min ne ew e ku ez bibim eyb e. PDK partiyeke wisa ye ku ezmûna wê heye, PDK partiyeke wisa ye ku xebat û şehîdên wê hene, ez rojek ji rojan PDKyî bûm û min pêşmergetî kiriye ku PDK serkirdetiya şoreşê kiriye. Lê îro ne ji PDKê me.”