Nesrullah û Malikî rêkeftina Îmarat û Îsraîlê sermezar kirin

15 August 2020 13:32 0 dîtin
Nesrullah û Malikî rêkeftina Îmarat û Îsraîlê sermezar kirin

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê û Serokê Giştî yê Milîsên Hizbullah a Lubnanê, dijatiya xwe li hember rêkeftina Îmarat û Îsraîlê ragihandin.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî, bi beyanameyekê ragihand, nêzîkbûna siyasî û aborî li Îsraîlê xiyanet û serşori ye û xisarkirina mafên rewa yê gelê Filîstînê ye.

Herwiha Serokê Giştî yê Hizbullah a Lubnanê Hesen Nesrullah jî rêkeftin wek xiyanet li îslam û ereb û pîroziyên wê pênase kir.

Roja 13.08.2020ê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Kurmîrê welîahdê Ebu Debî Mihemed Bin Zaydî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu, li ser asayîkirina peyvendiyên Îsraîl û Îmaratê ango Mîrgehên Erebî û ragirtina li xwe girtina navçeyên bi pirsgirêk ên Filîstînê ji aliyê Îsraîlê ve rêkeftin.