Netanyahu bi lîderê Durziyan re axivî: Wê Hizbullah bedelê herî giran bide!

28 July 2024 13:36 0 dîtin
Netanyahu bi lîderê Durziyan re axivî: Wê Hizbullah bedelê herî giran bide!

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, li ser êrîşa girên Golanê ku doh pêk hat û li Mecdel Şemsê ji bilî kuştina 11 kesan 30 kes jî birîndar bûn, gefeke tund li Hizbullaha Lubnanê xwar.

Hate ragihandin ku Netanyahû ligel serokên Durziyên li Golanê re bi rêya telefonê axivî ye û gotiye, "Wê Hizbullah bedelekî wisa giran ku heta niha qet nedaye bide.”

Hêjayî gotinê ye, Hizbullahê êrîşa moşekî ya ser sivîlan red kiribû, lê Îsraîl dibêje, ew êrîş ji aliyê wan ve hatiye encamdan.

Herwiha Hizbullah di dema ew êrîş pêk hatiye de, daye xuyakirin ku wan li armancên Îsraîlê xistiye.