Netanyahu di operasyona Refahê de bi rik e

25 March 2024 09:02 0 dîtin
Netanyahu di operasyona Refahê de bi rik e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di derbarê operasyona Refahê ya ku DYA jî di nav de hemû welatên dinyayê li dijî wê ne got: "Em ê bikevin Refahê û serkeftineke teqez bi dest bixin."

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji bo Cejna Purîmê ya yek ji gringtirên cejnên cihûyan e pîroz bike, dakete nav civakê û serdana qereqoleke polîsan kir.

Netanyahu li vê derê axaftinek kir û di vê axaftina xwe de destnîşan kir ku rejîma Îranê dixwaze dewleta Îsraîlê ji holê rake.

Netanyahu li ser mijara operasyona Refaha başûrê Xezeyê jî sekinî û wiha got:

"Em ê bi operasyona Refahê serkeftineke teqez bi dest bixin."