Netanyahu: Em ê operasyona Refahê pêk bînin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di merasîmeke bawernamegirtinê de got ku kesên li dijî operasyona Refahê ramanan radigihînin ji Îsraîlê re dibêjin "şer winda bike."
Benjamin Netanyahu, Serfermandarê Giştî Herzî Halevi û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant beşdarî merasîma bawernamegirtina rahênana efseran bûn.
Netanyahu di axaftina xwe ya di merasîmê de destnîşan kir ku armanca wan ji şer, ji holê rakirina Hemasê, rizgarkirina dîlan û têkbirina hemû metirsiyên li ser siberoja Îsraîlê ya ji Xezzeyê ye.
Netanyahu got: "Em ê li Refaha ku keleha dawî ya Hamasê ye operasyonê pêk bînin. Kî ji me re bêje li wir operasyonê nekin, ew gotin tê wateya ku em dixwazin şer winda bikin. Tiştekî wiha nabe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin