Biden ji Netanyahu xwest operasyona refahê sînordar be
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Sereokê DYAyê Biden, ji Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu xwestiye ku operasyona Refahê operasyoneke sînorkirî be.
Di daxuyaniyeke Koşka Spî de hate ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden, di derbarê “operasyona bejayî ya berfireh” a Îsraîlê ya li dijî Refahê de, bi pêwendiya têlefonê fikarên xwe yên kûr ji Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re ragihandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Biden ji Netanyahu re gotiye ku divê karbidestên Amerîkî û Îsraîlî beriya operasyona bejayî ya berfireh a li dijî Refahê, li ser çawaniya pêkanîna operasyonê gotûbêjê bikin.
Li gor daxuyaniyê, Biden ji Netanyahu re gotiye ku divê alîkariyên mirovî yên lezgîn ji bo Xezzeyê bi awayekî berçav bêne zêdekirin.
Joe Biden balê kêşaye ser mafê Îsraîlê yê li dijî Hemasê xweparastinê, lê belê hişyarî daye ku Israîl jî di parastina sivîlan de berpirsyar e.
"Ez ji operasyoneke berfireh bi fikar im"
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku di pêwendiya têlefonî ya Biden û Netanyahu de pêvajoya danûstandinên peymana pevguhertina dîlên Îsraîlî û girtiyên Filistînî ya navbera Îsraîl û Hamasê ku li Qeterê didome jî hatiye gotûbêjkirin û wiha hatiye gotin: "Serok Joe Biden balê kêşa ser fikarên kûr ên DYA yên li ser egera operasyoneke bejayî ya berfireh a li dijî Refahê."
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku Biden û Netanyahu, li ser divêtiya rayedarên DYA û Îsraîlî di zûtirîn demê de li Washingtonê bicivin û berî operasyoneke bejayî ya berfireh, li ser çawaniya pêkanîna operasyona Refahê û ewlehiya sînorê navbera Xezze û Misrê gotûbêj bikin, li hev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin