Netanyahu dîroka operasyona Refahê da
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku artêşa Îsraîlê, wê di nava çend hefteyan de dest bi operasyona Refahê bike.
Netanyahu beriya civîna encumena wezîran daxuyanî da raya giştî û diyar kir ku ji 7ê Cotmeha sala çûyî vir ve, ew di eniyên leşkerî û dîplomatîk de şer dikin û got: "Lê belê nayê veşartin ku zextên navneteweyî zêde bûne."
Netanyahu balê kêşa ser hewlên civaka navneteweyî yên ji bo rawestandina şer û anî ziman ku xwediyên van hewlan, berî şer bigihêje armanca xwe, bi "angaştên bêbingeh" li dijî artêş û hukûmeta Îsraîlê û wî tawanbariyan dikin û dom kir:
"Ew van hewlan niha; di nav gurrbûna şer de û ji bo hilbijartin pêk bên didin. Vê yekê dikin çimku dizanin ku pêkhanîna hilbijartinan wê şer rawestîne û welatê me heta 6 mehan bê bizav bihêle.”
Netanyahu destnîşan kir ku heta Îsraîl hemû armancên xwe pêk neyine, wê zextên navneteweyî nikaribin rê li ber Îsraîlê bigirin û got: "Armanca me ji holê rakirina Hamasê, serbestkirina hemû dîlên Îsraîlî û dabînkirina aramiyeke ku Xezze careke din ji bo Îsraîlê nebe gef e. Ez ji hevalên me yên civaka navneteweyî re dibêjim, ma we 7ê Cotmehê ku piştî Holokostê komkujiya herî hovane ya li dijî Cihûyan pêk hat ji bîr kirin?"
Netanyahu bang li civaka navneteweyî kir û got: "Li şûna ku hun zextê li Îsraîlê dikin, li Hamas û xwediyê wê Îranê bikin."
Netanyahu dûbare kir ku ew ê li Refehê operasyonê pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe hanî: "Ji bo pêkanîna operasyona Refahê, gavên ji bo ji qadên şer derxistina sivîlan jî di nav de, me hemû planên çalakiyan pesend kirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin