Netanyahû: Di serê Xezzeyê de em bedêlek giran didin
Peyama Kurd – Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû li xwe mikûr hat got ku ew di şerrê li Xezzeyê de bedêlek giran didin.
Artêşa Îsraîlê roja şemîya çûyî ragihandibû ku li Fîlîstînê 14 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Bi van wuhdahîyan hejmara leşkerên Îsraîlî yên ku hatine kuştin gihîşte 153yan.
Netanyahû di daxuyanîya xwe ya li Tel Avîvê de destnîşan kir ku ‘Heya Hamas ji holê bê rakirin’ û dîlên di destê wê de bêne rizgarkirin, ew ê bi hemû hêza xwe şer bikin û got ku “Ev şer wê bibe şerekî dirêj.”
Netanyahû ji bo wundahîyên leşker yên roja şemîyê wek “Yek ji rojên kujerdar” nirxand û got “Lê belê ji bilî domandina şer ti bijardeyeke me tune ye.”
Netanyahû di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku artêşa Îsraîlê di êrîşa xwe ya bi hêza bala ya Şerîda Xezzeyê de serkeftinan bi dest xistîye û piştî destnîşankirina axaftina xwe ya bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden got “Di axaftina bi Joe Biden de jî min jê re got heta serkeftinê em ê şer bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin