Netanyahû: Wê qonaxa sêyem a serê Xezzeyê bi qasî 6 mehan bidome

24 January 2024 01:36 0 dîtin
Netanyahû: Wê qonaxa sêyem a serê Xezzeyê bi qasî 6 mehan bidome

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku wê qonaxa sêyem a şerê Xezzeyê bi nêzî 6 mehan dewam bike.

Netanyahû di civîna hikûmetê ya bi wezîran re de, derbarê şerê Îsraîl-Hemasê yê Xezzeyê de ku ji 7ê Cotmeha 2023yan ve dewam dike de, agahî dan.

Netanyahî got: “Wê qonaxa sêyemîn a şerê artêşa Îsraîlê yê li bakurê Xezzeyê dest pê kiriye, nêzî 6 mehan dewam bike.”

Li aliyê din televizyona KAN a Îsraîlê jî ragihandiye ku di çarçoveya qonaxa sêyem a şerê bejahî yê Xezzeyê de, tê pêşbînîkirin leşkerên yedek bên terhîskirin, êrîşên bi hedef bên kirin û herêma ewle li Şerîda Xezzeyê were avakirin.